Kurd li cîhanê neteweya herî mezin ya bêdewlet in. Bindestîya Kurdan, li rojhilata navîn û cîhanê sedemê gelek krîz û pirsgirêkan e.
Kurd, weke her miletî xwedî mafê serwerîyê ne. Daxwaz û têkoşîna Kurdan ya serxwebûnê, bi sedsalan her berdewam e. Ev yek herî dawî bi referandûma serxwebûnê ya li KRG hat piştrastkirin.
Li gor pîvanên demokrasîyê û huqûqa navneteweyî, pêwîst e encamên vê referandûmê werin pejirandin. Her wiha pêwîst e dawî li dabeşkirina Kurdistanê bê û Kurd bi giştî mafê xwe yê çarenûsê dîyar bikin.
Bi hêvîya dahatûyeke azad û serbixwe, em 8 salîya referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz dikin.
25.09.2025
ENSTÎTUYA KURDÎ YA LOZANÊ

