Enstîtuya Kurdî ya Lozanê workşopek li ser mafê çarenûsê lidar xist

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê workşopek li ser mafê çarenûsê lidar xist

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê (IKL) ku di meha Gulanê de damezrandina xwe ragihand, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê li Şatoya Oşiyê (Château d'Ouchy) ku di sala 1923an de danûstandinên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin, workşopek bi navê "MAFÊ ÇARENÛSÊ Û PAŞEROJA KURDAN" lidar xist.

Di workşopê de ku di sê rûniştinan de pêk hat, gelek nivîskar, akademîsyen û siyasetmedarên kurd beşdar bûn.

Di rûniştina yekem a bi navê "Dîrok û Hiqûq" de nivîskar Evin Çiçek, hiqûqnas Şeyhmus Özdemir û parêzer Celal Baykara serokê Kurd-Kav axivîn.

Di rûniştina duyem a bi navê "Mafê xwe-diyarkirinê û netewe" de akademîsyen Sharo Garip ji Zanîngeha Bochumê ya Almanyayê, akademîsyen Behroz Şucai ji Zanîngeha Uppsalayê ya Swêdê û nivîskar Diyax Polat axivîn û mafê çarenûsê di çarçoveya serweriya neteweyî de nîqaş kirin.

PERSPEKTÎFÊN SIYASÎ

Di rûniştina sêyem a bi navê "Perspektîfên Siyasî" de serokê giştî yê HAK PARê Düzgün Kaplan, serokê giştî yê PSKê Bayram Bozyel, serokê giştî yê PWKê Mustafa Özçelik, berpirsê PDKSê Cemal Merai û serokê giştî yê PAKURDê Gevran Goyi axivîn.

DEKLARASYONA WORKŞOPÊ

Piştî rûniştinan serokê Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Necat Zanyar li ser navê enstîtuyê deklarasyonek bi Kurdî ragihand.

Di deklarasyona workşopê de hat diyarkirin ku mafê çarenûsê mafekî gerdûnî ye, di destpêk û xala yekem a peymana NYê de cih digire, di xala yekem a peymanên cêwî yên NYê yên sala 1966an de garantî ye û ev qaîdeyek hiqûqî ya mecbûrî ye.

SERNAVÊN GIRÎNG JI DEKLARASYONÊ

  • Doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye. Ne pirsgirêka demokrasiyê, mafên mirovan, paşketina aborî û entegrasyonê ye.
  • Divê Kurd bi rêyên demokratîk mafê çarenûsê bikar bînin, bibin xwedî biryar û çarenûsa xwe.
  • Ji sala 1694an heta îro 300 sal e ku Kurd bi eşkere daxwaza serweriya neteweyî dikin.
  • Piştî sala 2003an Iraq, piştî 2011an Sûriye, krîza rejîmê li Îranê û şerê ku 40 sal e li Tirkiyeyê didome, nîşan dide ku statûqoya ku Peymana Lozanê afirandiye îflas kiriye.
  • Krîza serweriyê ya civakên olî yên wek Elewî, Dûrzî, Êzidî, Sunnî û Şîiyan jî berdewam e.
  • Rêveberiya federal a Başûrê Kurdistanê û rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê mînakên girîng in.
  • Mafê çarenûsa Kurdan ne gefek e ji bo jiyana hevbeş a herêmê, berevajî vê yekê beşdarî pê re dike.
  • Yekîtiya Kurdan û aştiya cîranan bingehîn e.
  • Divê Kurd li welatên ku li ser Kurdistanê serdest in pêvajoyên diyalog û danûstandinê piştgirî bikin, lê heta ku doza Kurdistanê nehat çareserkirin divê ev pêvajo bi têgehên wek aştî, bratî û yekîtiyê neyên binavkirin.